380 kêmaniyên mesebî di Îranê de girtî ne

17:51 - 11 Tebax 2016
Ajana Kurdpa: Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê derheq azadiyên dînî di cîhanê de ragehand, ku kêmaniyên mesebî di welatên curbicur de, li jêr zextê de ne.

Li gora nûçegihaniyan, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê digel vê ku bas ji berdewamiya zext û givaşan li ser kêmaniyên mesebî dike, di heman demê de pêdagiriyê li ser berçavgirtina mafên kêmaniyên mesebî ji aliyê welatên cîhanê ve dike.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di rapora xwe de ragehandiye ku aliyê kêm 380 kes ji kêmaniyên mesebî di girtîgehên Komara Îslamiya Îranê de girtî ne, ku nêzî 250 kes ji wan Sunî meseb, 82 kes Behayî, 26 kes Mesîhî û 16 kes Sofî û du jî Zerdeştî ne.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê herwisa derheq Behayiyan jî nivîsandiye, Rejîma Îranê berdewam pêşiya rêûresmên Behayiyan û çalakiyên wan digre, û gellek caran jî milkên wan musadire dike.

Di vê raporê de, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bas ji rewşa xirap ya jiyana kêmaniyên mesebî di bin siya deshilatdariya Erebistanê de jî kiriye, û tê de hatiye ku berpirsyarên Erebistanê rêz ji bawermendên olî nagrin. Vê raporê qala rewşa jiyana kêmaniyên mesebî di zêdetir ji 20 welatên cîhanê de kiriye.