36.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan li Jinêvê, li ser pirsa Kolbran bi rê ve çû

15:39 - 13 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: 36.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan li Jinêvê derheqê pirsa kolberan hat lidarxistn.

Li gora nûçeya gihîştî “Ajansa Kurdpa”yê, bi beşdariya nûnerê mafê mirovan yê Kurdistana Îranê-Jinêv, (Teymûr Elyasî) civînek derbarê pirsa kolberan û serkutkirina meşvanên nerazî ên bajarên Kurdistana Rojhilat, di binkeya NY a Jinêvê de bi rê ve çû, û nûnerê Komela Mafê Mirovan di vê civînê de gotarek pêşkêşî beşdarên vê civînê kir.

Deqa gotara nûnerê Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Rojhilat-Jinêv, di binkeya NY bi vî awayî ye:

Birêz Serok:


Di roja Duşemî 4`ê Îlona 2017`an du kolberên Kurd bi navên Heyder Ferecî 21 salî, û Qadir Behramî 45 salî û bavê 4 zarokan, bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî ên sînorê Îranê li Banê hatin kuştin. di destpêka sala 2017`an ve heya îro 149 hevwelatiyên din bûne qurbaniyê gulleyên hêzên Komara îslam. Kuştina hevwelatiyên Kurd bi sedema Kurdûna wan e.

Di roja Sêşemiyê 5`ê Îlonê de, akinciyên bajarê Banê, ji bo pirotestokirina kuştina du kolberên xelkê bajarê Banê, meşeke aram lidar xistin, lê raydarên Komara Îslamî a Îranê, bersiva daxwazên biheq yên xelkê ku dadgehîkirina tawanbaran û ragirtina kuştina kolberan bû, bi tundûtîjî da.

Xwenîşandan kêşa nava wan bajarên din ku hatibûn milîtarîzekirin. Li gora wan raporên ku gihîştine destê Komela Mafê Mirovan a Kurdistanê, hêzên rejîmê ji bo serkutkirina xwenîşanderan ji gulleyên pilastîkî mifahê werdigrin, û herwiha li gaza rondikrêj jî mifah wergirtine, û di encamê di jî 10 hemwelatî birîndar bûne, û dehan hemwelatiyên din jî hatine giritin.

Di dawiyê de, em ji Şêvra Mafê Mirovan û reporterê NY daxwaz dikin, ji bo îdalet û rastiyê, kuştina narewa a hemwelatiyên Kurd, ji aliyê komara Îslamî a Îranê ve şermezar bikin, û givaşê bixine ser hikûmeta Îranê, da ku tundûtîjî û siyasetên cudahîdanînê li hember neteweyên din weke Belûç, kurdên Yarsan, Erebên Ehwazê, Mesîhî, Cihû, Turkemen û Azerbaycanî û girûpên hevregez ragirin.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê- Jinêv

Jinêv, NY, 11`ê Îlona 2017`an