36 sal cezaya hepisê li ser du hevwelatiyên Kurd yên bajarê Urmiyê hate sepandin

15:32 - 31 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Taya 112 a Dadgeha Giştî a bajarê Urmiyê, cezaya 36 sal hepsa te`izîrî ji bo du hevwelatiyên Kurd yên xelkê wî bajarî birî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên “Sefer Ebdulahî” û “Ehmed Cehanigîrî” piştî belavbûna nûçeya destdirêjiya dervanê xwendingeha “Rahê Şoheda” ya wî bajarî bo ser keçka zarok a Kurd de, ji aliyê taya 112 a Dadgeha Giştî a bajarê Urmiyê ve, li ser yek 36 sal heps hatine ceza dan.

Taya 112 a Dadgeha Giştî ev du hevwelatiyên Kurd bi tawana “têkidana alavên dewletî, beşdarî li alozkirin, lidar xistina meşên nerazîbûn û navtêdan, xwe netevandin li hemberî biryarên hêzên înitzamî, û bêrêzîkirin bi destkevtan” hatine ceza dan.

Ev du hevwelatiyên Kurd, di sala borî de bi sedema nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî belavbûna nûçeya destdirêjiya cinsî bo ser keçika dersxwen a Kurd, ji aliyê dervanê xwendingeha “Rahê Şoheda” ya li bajaroka “Îslamabad” a ser bi bajarê Urmiyê, hatibûne destbiser kirin û piştre ji bo her yek ji wan 18 sal hepsa te`izîrî ji aliyê dadgeha giştî ve hatine ceza dan.

Roja Duşemî 1`ê Xezelwera sala borî, piştî destdirêjkirina cinsî a dervanê vê xwendingehê bo ser yek ji keçên Kurd di vê xwendingeha “Rahê Şoheda” ya li bajaroka “Îslamabad” a ser bi bajarê Urmiyê de, hevwelatiyên Kurd yên akincî di vê bajarokê de bi nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî vê hewla nemirovane a wî dervanî” a derheq wê keçika Kurd ya desrxwen de meşên nerazîbûnê pêk anîn û hevwelatiyan agir berdane vê xwendingehê.

Medyayên girêdayî rejîmê nerazîbûnên li hemberî vê bûyerê de, wekî “alozker” dane nazkirin, ku di bin bandora nûçeya derev a hindek ji torên civakî de, tevî xesargihandin bi alavên giştî, agir berdana xwendingehê ku beşek ji vê xwendingehê li nav agir de ji nav çû ye .