36 qutabxaneyên Kurd di yek ji gundên Pîranşehrê şevitîn

13:56 - 6 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:seba agir berbûn a qutabxaneyekî Kiçane li gundekî li herêma Pîranşarê 36 qutabxaneyên Kurd tuşî şevitandinê bûn.

Pêka rapora Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê sipêdeya roja 15ê sermaweza 1391 a rojî , seba teqîna sobeyekî petrolê di qutabxaneya “Înqilab a Îslmaî” ya gundê “Şînavê” a ser bi bajarê Pîranşehrê 36 qutabiyên ku hemû Keçikin tuşî şevatê bûn.

\"10037.jpg\"
çavkanîyek haydar ji bûyerê bi Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê ragehand: hemû qutabiyên ku şevitine ya pola 4a seretayî bûn ku seba xirab bûna derîyê pola wan, her 36 kes bi xûrtî toşî şevitandinê bûn û seba rewşa xirab a saxlemîya wan bo nexweşxaneyê hatine rêkirin.

Çavkanîya han got ku, seba rewşa xirab a leşsaxîyê, 10 kes ji wan qutabiyan jibo nexwşxaneya bajarê Urmîyê hatine şandin ku pitir ji %50 leşê wan hatiye şevitîn.
Malbatênn wan Zarokên şevitî li hember nexwşxaneya bajarê Pîranşehrê civîyan û nerazî bûna xwe li hember rewşa xirab a qutabxaneyan anin ziman.