30 hemwelatiyên Kurd di nava agir de hatine şewitandin

21:17 - 9 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di encama şer û pevçûnên li Cizîrê, berdewam xelkê sivîl têne kuştin, û vê carê jî termê 30 kesan hate dîtin.

Li gora nûçegihaniyan, Feysel Sarî Yildiz nûnerê Şirnaxê di parlementoya Tirkiyê de ragehand ku di nav avahiyekî de li Cizîrê termê sê hevwelatiyên Kurd hatiye dîtin, ku di nav agir de hatine şewitandin, û tu devsa (şûna) gulleyan li ser laşê wan nahê dîtin.

Wî her wisa ragehand ku di nav avahiyeke din de jî 62 kes asê mabûn, ku li gora dawî zanyariyan hejmarek ji wan di encama êrîşên hêzên ewlekariya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, û 9 kes ji wan di nav agir de şewitîne, û zarokek jî di nav wan de ye ku di dema derketina ji vê avahiyê, bûye armanca gulleyîn hêzên ewlekariya Tirkiyê.

Sarî Yildiz ragehand ku ew yek cînayeta herî hovane ya li dijî mirovahiyê ye.

Piştî dîtina termê wan 30 kesan, di nav raya giştî de nerazîbûnek berfireh hate dîtin, û div ê derheqê de KCK’ê jî daxuyaniyeke tund weşand û ragehand: “Tirkiyê bi çekên herî giran dixwaze dest bi ser bajarên Kurdan de bigre. Ew yek cinayeta li dijî mirovahiyê ye, û em vê cinayetê ji bîr nakin, û emê tola şehîdên xwe hilînin”.

Hevserokatiya kantona Cizîrê jî ew kiryarên dewleta Tirkiyê şermezr kir, û ragehand ku: “Dibe cîhan bêdeng nemîne, û dijkiryarê di hemberî van kuştar û wêrankariyan de, ji xwe nîşan bide”.