3’ sale ku ew bêserûşûn bûye

20:18 - 27 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Elî Mihemmedî çalakvanekî siyasî ê Kurd ku beriya niha bi 3 salan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya îranê ve hatibû binçav kirin, heya niha jî çarenivîsa wî nehatiye zelal kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Elî Mihemmedî çalakvanê siyasî ê Kurd (34 salî), xelkê gundê Şiwêş ê ser bi bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê , sala 2012’an ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatbû girtin ku heya niha tu zaniyarî liser wî nehatiye belav kirin.

Gorî çavkaniiyeke agah a nûçeyan ku keteye ber dest ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Elî Mihemmedî çalakvanê siyasî ê kurd ku eyaldar û xwedî zarok e, beriya niha bi 3 salan bi sûcê alîkarî kirin tevî partiyên Kurd ên opozosiyona hikûmeta Îranê ,ji aliyê hêzên ewlekarî ên wî welatî ve hatiye girtin û ew bo cihekî nediyar veguhastin e.

Her wê çavkaniya nûçeyan amaje bi cê yekê jî kir ku ewa heyamê 3 sale malbata Elî Mihemedî serdana navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê dikin, lê tu agahî liser mekan û çarenivîsa kurê wê malbatê bi wan re nehatiye zelal kirin.