3 kolberên Kurd di navçeya Serdeştê de ketine bin reniyê de
15:22 - 29 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba barîna befir û sermaya zêde, û herifîna reniyê li bajarê Serdeştê, 3 kolber di gundê “Bêvrana serê” a ser bi vî bajarê bûne qurbanî.
Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa “Kurdpa”yê; êvara roja Şemiyê 9`ê Rêbendanê, 12 kolberên bajarê Serdeştê di bin herifîna reniyê de man.
3 kes ji wan kolberan ku jiyana xwe ji dest dane, nasnameya wan bi vî rengî ye: \"Diyar Mihemednêjad kurê Hemze, temen 18 sal, û Şêrzad Ebdullahî temen 27 salî kurê Omer, û Hîwa Îbrahîmîniya kurê Ebdulla temen 22 salî.\"
Yek ji birîndarên vê rûdwê, bi navê \"Rizgar Elîzade\" xelkê gudê Bêvrana xwarê, di vê rûdawê de lingê wî şikestiye.
Li gor nûçeya vê serçavê, ev kolberên birîndar, bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya navendî ya bajarê Serdeştê.
Ev kolberane bi alîkariya xelkê xwecihî û çiyageran, û xelkê bajarê Serdeştê hatine rizgarkirin.
Barîna berfra zêde di demsala zivistanê de, metirsiyeke din e ku jiyana kolber û kasibkarên Kurd digire.
Rewşa nebaş ya aborî, nedamezrandina hemwelatiyên Kurd di navend û îdareyên dewletê de, bûye sebeba vê yekê ku hemwelatî bo dabînkirina bijîwa jiyana xwe, dest bi karê metirsîdar ango kolberiyê bikin, û rojane em şahidê kuştin û birîndarbûyîna kolberan di navçeyên li ser sînoran û bajarên herêma Kurdistanê de dibin.