3 hemwelatiyên Ehwazî ji aliyê Îtila’atê ve hatine desteserkirin

21:15 - 9 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakên Mafê Mirov û Demokrasiya Îranê di daxûyaniyekî de ragehandin ku, hêzên Îtila’ata Komara Îslamî li Ehwazê, êrîş birin ser malbateke Erebê Sune meseb û di encam de 3 bira destbiser û bo cihek’ nediyar hatine veguhaztin.

Roja Pêncşemî 6 Çiriya Pêşîn a 2016’an, hêzên Îtila’ata bajarê Ehwazê êrîş birin ser malabata “Heyderî” û di encam de 3 kes ji endamên wî malbatî, piştî sivikatî û lêxistinek zêde, hatine binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhzatin.

Daxûyaniya Çalakên Mafê Miro û Demokrasiya Îranê herweha eşkere kir ku, div ê erîşê de 3 birayên malbata Heyderî bi navên “Ebdulmalêk Heyderî” yê temen 38 salî, “Mihemmed Heyderî” yê 26 salî û herweha “Îmad Heyderî” yê 25 salî di encama vê êrîşê de ji aliyê Îtila’ata bajarê Ehwazê ve hatine binçavkirin.

Her div ê derheqê de jî malbata Heyderî nerazîbûna xwe nîşan dane û ragehandine ku, malbata wan di dema êrîşê de digel bêrêzî û sivikatiyek zêde berbirû bûye û hêzên Îtila’atê ji xûçka wan 3 girtiyan jî xistine, û eva jî bûye sedem ku dayîka girtiyan tûşî sekinîna Dil (Celteya Dil) be û dem û dest bo nexweşxaneyê bê veguhaztin.

Hatiye ragehandin ku di dema êrîşê de piraniya alav û tişt û keresteyên nava malê hatine xirabkirin û herweha dest biser hejmarek din de hatiye girtin.

Çalakên Mafê Mirov û Demokrasiya Îranê ragehandine ku, êrîşa bo ser jiyana takekesiya xelkê di Îranê de û lêxistin û sivikat pêkirina hemwelatiyan ji aliyê hêzên ewlehiya Komara Îslamî ve, û îşkencekirina wan bi merema danpêdananên li dijî xwe di telewizyonan de, şermezar kirin û û daxwaz ji Komîsaryaya Bilind ya Mafê Mirovan û nawendên din ên navnetewî kirin ku, bona bidawî anîna girtin û îşkence û îdama hemwelatiyan, zext û giwaşê bixin ser Komara Îslamî ya Îranê.