3 gencên kurd li Bendava ((Dêrik))’a Selmasê xendiqîn

17:00 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: sê welatiyên Bajarê Selmasê li dema mele kirinê di Bendava Dêrik a wê Bajarê xendiqîn.

Pêka nûçeyê Ajansa nûçegihaniya kurdpa, Azad û Resûl kurên Derwêş û xelkên gundê Cengser, tewlî kesek din xelkê gundê Mamend, dema mele kirin di wê Bendavê de canê xwe ji dest dan.

Hêjayê base navê welatiyê din heya niha neron e.

Malbata wan qurbaniyan, bi alikariya xelkê gundê Dêrikê, Cenazeyên wan 3 welatiyan, ji avê xistin derve.
\"5128.jpg\"
Berîtir û li gor nûçeyê Ajansa kurdpa, li roja Şembî hilkfta 27ê Cozerdana sala 1391’ê a rojî, xortek kurd bi navê Ferhad Ismaîlî kurê Ebdulmenaf, temen 23 salî û xelkê Balacixa Ûrmiye di dema mele kirin li Bendava Nûşanê, bi egera ne şarezabûn li mele kirinê, xendiqîbû.

Bi gotina akinciyên herêmê, hin ji sedemên wan xendiqînan nemaze ji: nebûna hêma an ku diruşmên haydarîder, nîşane nekirina şûnên kûr û mend, nebûna melewanên şareza ji bo alîkariyê û her wisa ne şarezabûna seyrankeran.