3 çalakî siyasiyê Kurd li Rewanser bi danîna barmitê ji girtîgehê berdan

20:49 - 15 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: 3 xebatkarên siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Rewanser, ku ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibûn girtin, bi danîna barmita 150,000,000 tûmenî, bi forma demî hatin berdan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Sîrûs Mensûrî û Şahrux û Şahpûr(Birayîn hev), li roja Çarşema heftiya borî, 21ê Reşemê( 12 March 2014), her yek bi danîna barmiteyik 50,000,000 tûmenî ji girtîgehê hatin berdan.

Şahrux û Şahpûr nku birayê hevin, li rojên 1 û 2ê Reşemê tev Aram Solêymanî, Mehdî Wêysî, Ebdul Kerîm Ehmed Nijad û krsik din bi navê Hidayet, bi tometa endam bûn li yekik ji partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, hatin girtin.

Her wisa roja Duşem, 5ê Reşema sala 1392, Sîrûs Me4nsûrî, 33 salî, ji xelkê vî şarî li mala xwede, ji aliyê hêzên ewlehiyê de hate girtin.

Heya weşanan vê nûçê, Aram Solêymanî, 24 salî, Mehdî Wêysî, 30 salî, Ebdul Kerîm Ehmed Nijad û Hidayet li girtîgehê de mane û sernivîsa van nerone.