2Gencên Seqizê Di Avê de Xendiqîn

16:54 - 2 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: du Gencên Bajarê Seqizê di dema Masîgirtinê de Xendiqîn.

Pêka Nûçeyê Amlpera Nûçegihaniya Seqiz, roja Sêşembî Hilkeft 10’ê Gelawêjê, du Gencên 21 salî bi Navên “Se’îd Cîhanû” û “Mehdî Husênî” ku bi Mebesta Masîgiriyê Çobûn Çemê Seqizê, di Avê de Xendiqîn.

Ev Du Genc ku li Navberî Gundên Temoge û Belecer ku li ser Çome Seqizê Hilketine piştî hewildan bo Masîgiriyê yek ji wan Xendiqî û Pişt re Hevalê wî bi Mebesta Rizgarkirina Wî diçe Nav Avê û Ev jî dixendiqe.

Salane gelek ji Çem û Rûbarên Kurdistanê dibin sedema Ji dest dayîna Jıyana Welatiyan.

Pêka Amara Navenda Amara Kurdpa, li destpêka Heyva Pûşperê de 11 Welatiyên Kurd di Avê de Xendiqîne.

Ev Amara ji aliyê navenda Amara Kurdpa ve hatiye weşandin û Renge Amara Rastîn ji wiya zêdetir be.