251 kes ji xwediyên xwînê bedela qesasê bikuj efû kirine

16:13 - 11 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hevdem digel zêdebûna îdaman di Îranê de, malbatên kuştiyan, bikujên zarokên xwe efû dikin, û hez ji tolhildanê nakin.

Li gora Ajansa Kurdpa: Di şeş mehên destpêka îsal de, xwîndarên zêdetir ji 250 kesan, nexwastine ku bikujên zarokên wan bêne îdamkirin. Ew nûçeya jî ji aliyê Muhsiniyê Êjêyî berdevkê Dezgeha Dadweriyê ve hatiye ragehandin.

Di sala 1392’an de, 375 xwîndar, û di sala 1393’an de 395 xwîndaran, nexwastine ku tolvekirin hebe, û bikujên zarokên xwe ji îdamê rizgar kirine.

Eva jî di demekê de ye ku li gora serjimêriyên Ajansa Kurdpa, îsal (2015’an) zêdetir ji 920 kes hatine îdamkirin ku li çav sala borî %25 zêde bûye.

Tolhildan (qesas) hukmeke dînî û bingeheke hikûmetî heye. Çalakên mafên mirovan hukmekî bi vî rengî li gora sîstema dadweriya Îranê wekî “tolhildan” û şêweyek ji “bêdadiyê” dihesibînin.

Li derheq zêdebûna serjimêriya lêborînan boçûnên cur bi cur hene, û civaknas bas ji sedemên çandî (ferhengî) dikin, û parêzerên dozgeriyê jî bas ji pirsên malî dikin.