%25 ciwanên nezewicî ên Îlamê tûşbûyî bi madeyên hişbir in

21:15 - 25 Çirriya paşîn 2014
Ajansa kurdpa: Zêdeyî 25 hear kes li parêzgeha Îlam a Rojhelatê Kurdistanê, tûşî madeyên hişbirî bûne ku ev yek wek xetereke micid a civakî ber bi bilav bûnê ve diçe.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa li parêzgeha Îlam, heya çend sal pêş tûşbûyî bi madeyên hişbir bi teliyên destan dihatin nîşandan lê niha bi awayekî berfireh ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe.

Bi gotina berpirsê navenda rûbirûbûn ligel madeyên hişbir li parêzgeha Îlamê, herî kêm 25 hezar kes li wê parmzgehê giriftarê madeyên sirker bûne ku ev bûyer hemû malên parêzgeha nav borî dixe bin tehlûkeyê de.

Riza Sadiqî raguhand: Piranya giriftarên bi wan madeyan, bi madeya hişbirî a Teryakê tûşbûne ku di 6 mehên destpêka evsal a Rojî de 820 kes di wê derbareyê de hatine binçav kirin.

Her di vê peywendiyê de, detpêka vê mehê kampek li ser terikandina medeyên hişbir bo 5 hezar jin li Kirmaşanê hat avakirin.

Di demekê de ku piraniya xortên Îlamê tûşî madeyên hişbir bûne û zirar û kirîzeke mezin civaka Kurdistanê ber bi xetereye micid ve dibe, hikûmeta Îranê tu hengavek erênî vê derbareyê de nehetiye helgirtin.

Encûmenên piştgirî kirin ji xelkê li parêzgeha Îlamê ku hejmara wan zêdeyî 50 encûmenane, bi sedema destek nedana Îdareyên hikûmî, li gel kirîzê rûbirû bûne.

Tûşbûn bi madeyên hişbir, bêkarî tûndajoyî, leşfiroşî, lawaz bona perwerdeyê û gendelî ji 9 pirsgirêkên parêzgeha Îlamê ne ku kirîzeke civakî a berfireh bi pey xwe hiştiye.

Gorî serjimêriyan, parêzgeha Îlamê, 550 hezar nifûza vê heye.