230 rojnamevanên ser bi binajûxwazan nameyek ji Rûhanî re şandin

21:17 - 4 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Di bereberê hatina “Roja Cîhanî ya Azadiya Ragehandinê” de, 230 rojnamevanên ser bi rewta binajûxwaz di Îranê de, nameyek ji Hesen Rûhanî yê serkomarê Îranê re nîvîsanidin û têde daxwaz ji navbirî kirin ku, girîngiyê bide karê rojnamevaniyê û herweha pêdeçûnê bi rewşa rojnamevanên di hepsêde bike.

Ev 230 rojnamevan ji birêveber, sernivîskar, nûçegihan, rêportêr û wênegirên ragehandin û nawendên nûçegihaniyê ên ser bi Komara Îslamî pêk tên.

Nawenda nûçegihaniya “Îlna”yê ragehand ku, di nameyê de hatiye ku, “Hûn serkomarê welat in û me bona Tedbîr û Omîdê dengên xwe dane we, da ku li gorî gotinên rêberê nizamê, bibin sedema Rakêşana aliyê herî zor û retkirina aliyê herî kêm di Îranê de, ne berevajî. Lewra em daxwazê ji we dikin ku, di vê derheqê de pêngavên hewce avêjin, da ku ji peyva “Nifûz”ê mifaha xirab nehê sitandin, û rojnamevanên me yên xwedî şiyan, dewrana ciwaniya xwe di girtîgehan de, derbaz nekin.

Eva 230 kesan di demekî de ev name nivîsandine ku, bi xwe ser bi bala tundrew û deshilatdar ya Komara Îslamî ya Îranê bi rêberiya Elî Xamineyî ne, û bi xwe sedema sereke ya sansora ragehandinê û herweha binçavkirin û girtin û îşkenceya herî zêde ya, rojnamevanan di Îranê de ne.

Eva di demekî de ye ku, niha pitir ji 40 rojnamevanên Kurd û yên ser bi netwên din ên Îranê, di girtîgehên Komara Îslamî de hebs in, û Îran jî bi yek ji 5 girtîgehên herî mezin ên rojnamevanan di cîhanê de, tê hesibandin.

Îran di rêzbenada azadiya rojanamevaniyê de di sala 2016’an de, di nava 180 welatên cîhanê de, di pileya 169’an de cih digire. Wate li hember serhejmêriya sala berê de, 4 pileya bêtir bûye.

Li gorî gotina navend û binyatên taybet bi azadiya karê rojnamevaniyê, bêtir bûna 4 pileyî ya Îranê di warê azadiya karê rojnamevaniyê de, ne bi sedema bêtir bûna rewşa rojnamevaniyê di Îranê de bûye, belkî bi sedema xirabtirbûna rewşa rojnamevanan di welatên din de ye.