23 hemwelatiyên Kurd ku di roja 22’ê Pûşperê de daketibûn nava girevê de, di yek deqeyî de hatin cezadan

15:34 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Di heyamê 1 deqe de 23 hemwelatiyên bajarê Seqizê, bi sedema vê ku di roja 22’ê pûşperê de bersiva bangewaza PDKÎ dabûn û dokan û bazarên xwe daxistibûn, ji aliyê dezgehên dadwerî ên Komara Îslamî ve, hatin dadgehî û cezakirin.

Li gorî mûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, di roja 22’ê Pûşperê de hêzên ser bi Komara Îslamî ya Îanê, hejmarek ji kasibkar û dokandar û xelkê medenî, li bajarê Seqizê binçav kirin, û her di wî rojî de bi barimte hatin berdan.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpayê ragehand ku, roja Pêncşemî berwarê 13’ê Temûza 2016’an ya Zayînî, 23 kes ji girevgirtiyên roja 22’ê Pûşperê, di dadgeha Şoreş ya bajarê seqizê de, bê vê ku dadwerê keysa xwe bibînin, di yek deqe de bi wan re hate ragehandin ku, her yek ji wan bi 101 heya 201 hezar Tûmenî, hatine cezakirin û bona wergirtineweya barimteyên xwe, gerek vî pereyî bidin.

Nûçegihanê Kurdpayê herweha ragehand ku, ew 23 kes, di çend girûpan de, bo dadgehê hatine veguhaztin û bê tu lêpirsîn û lêkolînekê, ev ceza biser wan de hatiye sepandin.

Hate ragehandin ku ew 23 kes bi tawana pişikdariya di gireva 22’ê Pûşperê, handan û tûjkirina xelkê bo pişikdariya di vê girevê de, bangeşeya bo yek ji partiyên dijberî rejîmê û herweha tekoşîna li dijî hikûmetê hatine cezakirin.

Her di vê derheqê de hate ragehandin ku, li pêşberî wan 23 kesan de, kesek bi navê “Mela Hesenzade” ku cîgirê pêşnimêjê bajarê Seqizê ye, gellek bêrêzî û sivikatî bi yek ji partiyên dijberî Komara Îslamî kirine.

Di dawiyê de bi wan 23 kesan jî hatiye ragehandin û qewl (Ehd) ji wan hatiye sitandin ku, wî karê xwe ducarî nekin û herweha “Perwane kesb”a wan jî nahê nûkirin.