Berdewamiya binçavkirin û nebûna agahiyên li derheq çarenivîsa 3ê çalakvanên jîngehê; Xelîl Perdenk, Şehab Silêmanî û Êdrîs Golmihemedî
30ê Pûşpera 1405an a ROjî Piştî çend rojan ji binçavkirina bereday a 3ê çalakvanên jîngehê yên xelkê Rewanser a ser bi, parêzgeha Kirmanşahê, bi navên "Xelîl Perdenk", "Şehab Silêmanî" û "Êdirîs Golmihemedî", hîn jî tu agahî li derheq cih û çarenivîsa wan tune ye, û ev kes ji mafê hebûna parêzer, têkilî û hevdîtina bi malbatên xwe re bêpar in.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir: Roja Çarşemê, 24ê Pûşpera 1405an a Rojî, "Xelîl Perdenk" piştî ku bi telefonê ji yek ji saziyên ewlehiyê re hat gazîkirin, bi awayekî tund hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat veguhastin, û hefteyek şûnda, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune ye.
Her wiha roja Înê, 26ê Pûşpera 1405an a Rojî, du çalakvanên din ên jîngehê xelkê Rewanserê yên bi navên, Şehab Silêmanî û Êdrîs Golmihemedî, piştî ku ji dezgehên ewlehiyê re hatin gazîkirin, hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Xalîl Perdenk, 39 salî, çalakvanekî jîngehê ye. Şehab Silêmanî, 40 salî, parêzerekî dadgehê û çalakvanekî jîngehê ye, û Êdrîs Golmihemedî, 39 salî, çalakvanekî jîngehê ye. Van hersê çalakvanan di salên dawî de roleke girîng di parastina jîngehê de lîstine û di vî warî de gelek caran ji dezgehên ewlehiyê re hatine gazîkirin.
Heta dema belavbûna vû nûçeyê, sebebên li dereq binçavkirina van çalakvanên jîngehê ne diyar in, û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane. Her wiha ji dema binçavkirina wan ve, ew ji mafê hebûna parêzer, têkilîdanîn û hevdîtina bi malbatên xwe bêpar mane, û bê têkilî têne ragirtin.