Sine; Du roj binçavkirin û ti nûçeyek li derheq Serdar Sohrabî, blognivîsekî Kurd, û daxistina hesabê wî yê Instagramê tune

23:15 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2026

30ê Pûşpera 1405an a Rojî du roj piştî binçavkirina bereday a "Serdar Sohrabî", blognivîsekî Kurd ê xelkê Merîwanê û rûişntiyê Sine, hîn jî ti agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune. Rûpela wî ya Instagramê jî bi destşra "Polîsên Çavdêriya Cihên Giştî li Parêzgeha Kurdistanê" hatiye astengkirin û naveroka wê hatiye jêbirin.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir; Roja Şemiyê, 28ê Pûşpera 1405an a Rojî "Serdar Sohrabî", welatiyekî Kurd ê xelkê Merîwanê û rûinştiyê Sine, ku weke blognivîsek di qada sîber de çalak bû û di naveroka xwe de pirsgirêkên bajarî nîqaş û lêkolîn dikir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî destûra dadwerî hate binçavkirin. Piştî binçavkirinê, hesabê wî yê Instagramê jî nema ye.

Li ser rûpela wî ya Instagramê, ku 104,000 şopîner hebûn, tenê postek ji hêla "Cîgirê Polîsê Parêzgeha Kurdistanê ji bo Çavdêriya Karsaziyên Virtual" ve hate weşandin, ku tê de wiha hate gotin: "Naveroka vê rûpela virtual ji ber binpêkirina qanûn û rêziknameyên heyî yên welêt, û her weha nelihevhatina wê bi rêziknameyên ewlehiyê re, li ser pêşniyara Polîsê Cihên Giştî hate rakirin."

Heta dema belavbûna cê nûçeyê sebebên li derheq binçavkirina vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane. Her wiha ji dema binçavkirina wî ve ew ji mafê hebûna parêzer û têkiliya bi malbata xwe re bêpar maye.