Pave; 12 roj binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Selah Veledbêygî, mamosteyê teqawîtbûyî û serokê koma çiyageriyê ya "Nûr"
21ê Pûşpera 1405an a Rojî Piştî 12 rojan binçavkirina bêserûber a "Selah Veledbêygî", welatiyê Kurd ê Pave, mamosteyê teqawîtbûyî, çalakvanê jîngehê û berpirsê koma çiyageriyê ya "Nûr", û veguhestina wî bo navendeke ewlehiyê ya ragirtinê li Kirmaşanê, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîsa wî tune.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir: Êvara roja Çarşemê, 10ê Pûşpera 1405an a Rojî, "Selah Veledbêygî" bêyî belgeya dadwerî hate binçavkirin û dema ku hêzên ewlehiyê yên Wezareta Îtlaatê êrîşî mala wî li gundê "Nûrya" a Pave kirin, hate bo ciheke nediyar veguhastin. Rojek şûnda, di pêwendiyeke kurt de bi malbata xwe re, wî ragihand ku ew ji bo navendeke ewlehiyê ya girtinê li Kirmaşanê hatiye veguhastin, û ji wê demê ve, tu agahî li derheq çarenivîsa wî nehatiye bidestxistin.
Selah Veledbêygî mamosteyek teqawîtbûyî, çalakvanê jîngehê û berpirsê koma çiyageriyê ya Nûr li Pave ye, û berê ji bo dezgehên ewlehiyê hatibû gazîkirin
Heta dema belavbûna vû nûçeyî, sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd nayê zanîn, û hêzên ewlehiyê ti ravekirinek nedane. Her wiha mafê wî yê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata wî re tê astengkirin.