Dehloran/Îlam; 8 roj binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Zehra Mihemedvelî

18:07 - 31 Gulan 2026

9ê Cozerdana 1405an a Rojî; Piştî 8 rojan binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina"Zehra Mihemedvalî", welatiya Kurd a temen 27 salî, hîn jî berdewam e.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û ji Kurdpa re got: "Zehra Mihemedvelî", keçeka Kurd a temen 27 salî û xelkê Avdananê û rûniştiya Dehloranê, di 2ê Cozerdana 1405an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadwerî hatiye binçavkirin û ji bo ciheke nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina vê welatiya Kurd nehatiye belavkirin, û saziyên ewlehiyê di vî warî de ravekirinek nedane. Her wiha, ev 8 roj in ew ji mafê hebûna parêzer û têkiliya bi malbata xwe re bêpar e, û malbata wê hîn jî ji rewş û cihê wê bêagahin.