Urmiye; Firûzan Newcivan (Îslamî) Piştî derbasbûna17 Rojan ragirtina bê sebeb bi danîna barimteyê hate berdan
Roja Şemiyê, 9ê Cozerdana 1405an a Rojî, Firûzan Newcivan (Îslamî), a xelkê bajarê Urmiyê, mamosteya zimanê Îngilîzî û berpirsa Akademiya Ziman "Newciwan", piştî derbasbûna 17 rojan ragirtina bê sebeb di encamê de danîna barimteya 5 milyar Tûmenî, bi awayeke demkî ji beşa jinan a Girtîgeha Urmiyê hat berdan.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, ev mamosteya zimanê Îngilîzî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar mabû.
Piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, jina Kurd ji bo beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.
Roja Çarşemî, 23ê Banemera 1405an a Rojî, Firûzan Newcivan (Îslamî), berpirsa Akademiya Ziman a bi mavê "Newciwan", bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navenda ragirtina ewlehiyê ya "9 Pele" li Urmiyê hatibû veguhastin.
Firûzan Newciwan (Îslamî) blognivîsekî navdar a Kurd li Urmiyê ye, û heta niha li derheq sebeba binçavkirina wê an jî tohmetên li dijî wê de ti agahî tune ye.