Bokan; 16 roj b inçavkirina bereday û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Pêjman Hacîzade
6ê Cozerdana 1405an a Rojî, tevî derbasbûna 16 rojan li ser binçavkirina bê sedem a welatiyekî Kurd ê bi navê "Pêjman Hacîzade" yê xelkê gundê "Gamiş Golî" a ser bi bajarê Miyandavê û rûniştiyê bajarê Bokanê, tu agahîyên rast li derheq çarenivîsa wî tune ne.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpa re ragihandiye, di 22ê Banemera 1405an a Rojî de, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadwerî êrîşî mala vî welatiyê Kurd kirin û ew binçav kirin.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Hacîzade ji bo lêpirsînê ji bo yek ji navendên binçavkirinê yên ewlehiyê li Urmiyê hatiye veguhastin.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Vî welatiyê Kurd heta niha tenê carekê bi telefonê bi malbata xwe re kariye biaxive û izin a destnîşankirina parêzer û hevdîtinên bi malbatê re jê jêra nehatine dayîn.
Pêjman Hacîzade kurê Fetah e, zewicî ye û du zarokên wî hene.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye.