Şino; Arman Derwîşî û Mîlad Şadîxah piştî 84 rojan binçavkirinê bi danîna barimteyê hatin berdan

19:32 - 29 Gulan 2026

Roja Sêşemê 6ê Cozerdana 1405an a Rojî, du ciwanên Kurd ên xelkê Şinoyê bi navên "Arman Derwîşî" û "Mîlad Şadîxah" piştî derbasbûna 84 rojan binçavkirina bereday, her yek bi danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî, bi awayeke demkî hatin berdan.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir; "Arman Derwîşî", kurê Emîr, temen 20 salî, û "Mîlad Şadîxah", naskirî bi "Mîlad Qere" û kurê Elî, temen 22 salî, xelkê gundê "Sîngan" a ser bi bajarê Şinoyê a girêday parêzgeha Urmiye, roja Pêncşemê 14ê Reşemeha 1404an a Rojî, bêyî belgeya dadwerî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê ve hatibûn binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatibûn veguhastin û di 6ê Cozerdana 1405an a Rojî de, piştî derbasbûna 84 rojan binçavkirinê, her yek ji wan piştî danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî bi awayeke demkî hatin berdan.

Ev cara yekem e ku nûçeya binçavkirina van her du ciwanên Kurd, digel berdana wan piştî 84 rojan binçavkirinê, tê weşandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina van her du ciwanên Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedaye. Her wiha di dema binçavkirinê de li deverên nepenî û di odeyên takekesî de hatibûn ragirtin û lêpirsîn li wan hatibû kirin, û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbatên xwe re jî bêpar mabûn.