Bokan; Hêzên ewlehiyê Menîje Xweşnûd binçavkirin û wê veguheztin cihekî nediyar
Roja Sêşemî, 5ê Cozerdana 1405an a Rojî, Menîje Xweşnûd, welatiya temen 58 salî û xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhestin bo ciheke nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê êrîşî mala vê welatiya Kurd kirin û ew binçavkirin.
Çavkaniya agahdar zêde kir: Hêzên ewlehiyê her wiha laptop, telefona desta û hin pirtûkên Xatûna Xûşnûd jî dest bi ser de girtin e.
Heta dema belavbûna vû nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vê jina Kurd de ti agahî tune.
Menîje Xweşnûd jî roja Çarşemê, 10ê Gelawêja 1403an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û roja Çarşemî, 14ê Xermanana 1403an a Rojî, piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ew ji navenda ragirtinê ya Îdareya
îtlaata Urmiyê bo Girtîgeha Bokanê veguhastibûm û roja Pêncşemî, 15ê Xermanana, 1403an a Rojî, piştî danîna barimteyê ew bi awayeke demkî hatibû berdan.
Piştre ev welatiya Kurd ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Cezayê Gran a Bokanê ve bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, û ev ceza roja Şemiyê, 21ê Rezbera, 1403an a Rojî, jê re hatibû ragihandin.