Mehabad; Binçavkirina bereday ya 3 ciwanên Kurd û veguhestina wan bo cihekî nediyar: Mensûr Ebasî, Ehed û Vahîd Xeyrî

16:08 - 26 Gulan 2026

4ê Cozerdana 1405an a Rojî di berdewamiya pêla binçavkirinên bereday yên welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, sê xortên din ên xelkê Mehabadê yên bi navên "Mensûr Ebasî", "Ehed Xeyrî" û "Vahid Xeyrî" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayek bereday hatin binçavkirin û veguhestin cihekî nediyar.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe piştrast kir û ji Kurdpa re got; Sibeha roja Duşemî 4ê Cozerdana 1405an a Rojî, sê xortên Kurd ên xelkê gundê "Befirvan" a ser bi navçeya "Şamat" a bajarê Mehabadê girêdayî parêzgeha Urmiye , bi navên "Mensûr Ebasî", "Ehed Xeyrî" û "Vahid Xeyrî" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi êrîşkirina li ser malên wan bêyî belgeya dadgehê hatin binçavkirin û veguhestin cihekî nediyar.

Divê bê zanîn ku Ehed û Vahîd Xeyrî birayên hev in.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebebên binçavkirina van welatiyên Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti şiroveyek nedane. Ew her wiha ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin, û ti nûçeyek ji wan nehatiye wergirtin, heta yek telefon jî nehatiye kirin.