Bokan; Muhsin Îslamxa, xwepêşanderekî ciwan ê serhildana Jin, Jiyan, Azadî, cezayê îdamkirinê lê hat birîn

18:14 - 7 Nîsan 2026

18ê Xakelêweya 1405an a Rojî; Muhsin Îslamxa, welatiyekî temen 20 salî yê xelkê  Bokanê û xwepêşanderekî serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta "muharebeh" cezayê îdamkirinê lê hat birîn.

Li gorî çavkaniyek agahdar, di dema xwepêşandanên serhildana Jin, Jiyan, Azadî de, hêzên ewlehiyê çend caran êrîşî mala Muhsin Îslamxa kirin da ku wî binçav bikin, û ew, ku wê demê 16 salî bû, ji ber zextên dezgehên ewlehiyê û tirsa binçavkirinê ji Îranê derket û heta sala 1404an a Rojî,li Herêma Kurdistana Iraqê jiya.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Ev xortê Kurd di 10ê Gelawêja 1404an a Rojî de, piştî ku vegeriya Bokanê û xwe bi Îdarya Îtlaata bajêr da nasîn û wir hat binçavkirin. Nêzîkî du mehan li navenda ragirtinê ya îdareya  îtlaata Urmiyê îşkence lê hat kirin da ku îtîrafên bi zorê li ser beşdarbûna wî di kuştina endamekî Besîcê de jê bê standin. Piştî lêpirsînê, ew ji bo Girtîgeha Bokanê hat veguhastin û dûv re bi danîna barimteyê bi awayeke demkî hat berdan.

Çavkaniya agahdar diyar kir: Cezayê îdamkirin yê Muhsin Îslamxa di 28ê Rêbendana 1404an a Rojî de ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve hat dayîn û di 3ê Reşemeha 1404an a Rojî de hat binçavkirin û ji bo Girtîgeha Bokanê hat veguhastin.

Di Reşemeha 1404an de, Raûf Şêx-Merûfî û Mihemed Ferecî, du welatiyên Kurd ên xelkê Bukanê û girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê Taxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta "şerê li dijî dijmin" û "Moharbe" hatin cezakirin.