Pîranşar; Derbasbûna zêdetir ji hefteyek li ser binçavkirin û bêagahî li derheq çarenivîsa Îbrahîm Rehmanî, çalakvanekî jîngehê de

18:13 - 7 Nîsan 2026

18ê Xakelêweya 1405an a Rojî Zêdetirî hefteyekê ye ku "Îbrahîm Rehmanî", welatiyekî Kurd ê xelkê Pîranşarê û çalakvanekî jîngehê ye, hatiye binçavkirin û tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune ye. Ev çalakvanê jîngehê ji hebûna mafê parêzer û îmkana têkilîdanîn an hevdîtina bi malbata xwe re bêpar e.

Çavkaniyek agahdar di hevpeyvînekê de bi Kurdpa re piştrast kir ku Îbrahîm Rehmanî nêzîkî hefteyek berê, dibe ku di 11ê Xakelêweya 1405an a Rojî de, di dema serdegirtina şevê ya hêzên ewlehiyê li ser mala wî de û bêyî belgeya dadwerî, bi awayeke bereday hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sebeba binçavkirina vî çalakvanê jîngehê nehatiye diyarkirin û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane. Her wiha, Rehmanî hîn jî  ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin an jî têkilîdana bi malbata xwe re bêpar e.