Şino; Zêdetirî sê hefteyan di bin çavdêriyê de û nebûna ti agahiyê li derheq çarenivîa Faroq Nîksirişt

21:55 - 1 Nîsan 2026

10 ê Xakelêweya1405an a Rojî, zêdetirî sê hefteyan piştî binçavkirina "Faroq Niksierişt", welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune ye, û ew ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar e.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir; "Faroq Niksirişt" nêzîkî sê hefteyan berê (dibe ku di 18 Befranbara 1404an a Rojî de) piştî serdegirtina hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê li ser mala wî ya şexsî, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî, hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina vî welatî nehatiye dayîn, û saziyên ewlehiyê jî di vî warî de red kirine ku bersiv bidin. Herwiha, ji dema binçavkirinê ve, ew ji mafê hebûna parêzer, hevîtin bi malbata xwe bêpar maye; mafên ku li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî, weke mafên bingehîn ên her kesê girtî têne hesibandin.