Mehabad; Berdewamiya binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Soran Sohrabî

21:54 - 1 Nîsan 2026

11ê Xakelêweya 1405an a Rojî; Tevî derbasbûna 12 rojan li ser binçavkirina Soran Sohrabî, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê tu agahiyek rast li derheq çarenivîs û cihê wî nine.

Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê ev welatî 12 rojan berê bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, li mala  wî de binçav kirin.

Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Hewldanên malbata Soran Sohrabî ji bo zanîna çarenivîsa wî heta niha bê encam mane, û hêzên ewlehiyê red kirine ku bersivek zelal li derheq çarenivîs û cihê wî bidin.

Vê çavkaniya agahdar got: Ev welatiyê Kurd ji dema binçavkirinê ve ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar e.

Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Sohrabî tune ne.

Soran Sohrabî birayê Erselan Xodkam e, girtiyekî siyasî yê berê ku piştî zêdetirî 6 salan di girtîgehê de derbas kir, di Pûşpera 1403an a Rojî de ji girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate berdan.