Seqiz; 32 roj binçavkirina beredayî û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Sobhan Ezîzî û Omîd Xorşîdî
25ê Xakelêweya 1405an a Rojî piştî derbûna 32 rojan li ser binçavkirina bereday "Sobhan Ezîzî" û "Omîd Xorşîdî", du welatiyên Kurd ên xelkê Seqizê, hîn jî tu agahî li derheq cih û rewşa wan tune ye, û her du ji mafê hevdîtinên bi malbatên xwe re û hebûna mafê parêzer bêpar in.
Li gorî çavkaniyek agahdar, roja Şemiyê, 23ê Reşemeha 1404an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî êrîşî malên her du welatiyên kurd kirin û ew binçav kirin e. Piştî binçavkirinê, ev her du welatî ji bo cihekî nediyar veguhastin e û ji wê demê ve hatine binçavkirin, bêyî ku karibin bi malbatên xwe re têkilî daynin an jî parêzer hebin.
Li gorî vê raporê, sebeba binçavkirina her du welatiyan hîn nehatiye ragihandin, û saziyên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.