Bokan; Berdewamiya binçavkirina bereday û bê çarenivîsiya Îsmaîl Kerîmî li girtîgeha Bokanê
26ê Xakelêweya 1405an a Rojî tevî ku nêzîkî mehek di ser binçavkirina Îsmaîl Kerîmî, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê "Şorce" yê ser bi bajarê Bokanê re derbas bûye jî, ew hîn jî bi awayeke bêçarenivîs di girtîgeha vî bajarî de tê ragirtin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçavkirine û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ew ji navenda ragirtinê ya Îdareya Îtlaatê bo girtîgeha Bokanê hatiye veguhastin.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bêpar maye.
Di Gelawêja 1401an a Rojî de, Îsmaîl Kerîmî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî hatiye binçavkirin.
Ev welatiyê Kurd zewicî ye û sê zarokên wî hene.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahdariyek zelal li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Kerîmî tune ye.