Mehabad; Mame Elînijad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin

23:26 - 29 Adar 2026

Roja Sêşemî, 4ê Xakelêweya 1405an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Mame Elînijad" xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê Elînijad bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî li cihê karê wî binçavkirin e.

Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî binçavkirina vî welatî, hêzên ewlehiyê êrîşî mala wî kirin û vekolîn kirin.

Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba bibçavkirin û tohmetên li dijî Mame Elînijad tune ne.