Seqiz; Binçavkirina bereday a Îbrahîm Kerîmpûr, endamê koma çiyageriyê ya "Helo" a Seqizê, û veguhestina wî bo cihekî nediyar

01:39 - 28 Adar 2026

Roja Çarşemî, 5ê Xakelêweya1405an a Rojî, Îbrahîm Kerîmpûr, endamê koma çiyageriyê ya "Helo" a Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî bereday hate binçavkirin û veguhestin bo cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî li cihê karê wî binçavkirin e.

Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Kerîmpûr hatine kirin tune ye.