Herêma Kurdistanê; Di êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê de 6 Pêşmerge hatin kuştin û zêdetirî 20 ê din jî birîndar bûn
Sibeha roja Sêşemî 4ê Xakelêweya 1405,an a Rojî di êrîşên mûşekî û dronan ên Komara Îslamî ya Îranê li ser yek ji navendên hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê de 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Li gorî raporan, van êrîşan bi avêtina şeş mûşekên balîstîk û bi karanîna dronan navenda "Hêzên 7emîn ên Pêşmerge" li herêma "Spîlak" ku li navçeya "Xelîfan" a bajarê "Soran" li parêzgeha Hewlêrê ye, kirine armanc. Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, ev êrîş di du qonaxan de hatine kirin û hejmarek mûşek jî li ezmanan hatine têkbirin.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê û medyayên herêmî nav û taybetmendiyên Pêşmergeyên can jidestday wiha ragihandine:
Şehab Brîndar Bîxişaşî, 49 salî, Pêşmergeyek bi pileya kaptan, zewicî û bavê 5 zarokan, kurê yek ji qurbaniyên operasyona Enfalê ye.
Zubeyr Şakir Bîxişaşî, 35 salî, zewicî û bavê 5 zarokan
Rêbiwar Ebdula Mela Ehmed, 26 salî, Pêşmergeyek bi pileya efserê yekem, ku biryar bû di mehekê de bizewice
Ramîn Adil Oremarî, 26 salî, Pêşmergeyek bi pileya efserê yekem û zewicî
Keywan Muzeffer Qadir, 24 salî, ku bavê wî di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûye û dest û lingê xwe winda kirine; Ew 9 meh berê zewicî bû û dema hewl dida birîndaran rizgar bike bû armanc.
Piştîwan Mela Mûsa, 26 salî, zewicî ye.
Di vê navberê de, rapor nîşan didin ku ev êrîş di çarçoveya zêdebûna nakokiyên di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de pêk hatine û di vê heyamê de zêdetirî 400 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin.
Li gorî amarên hatine weşandin, di encama van êrîşan de, 8 pêşmerge ser bi partiyên Kurdên Îranê, 6 pêşmerge ji Herêma Kurdistana Iraqê û leşkerekî Fransî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane.