Sîrvan/Îlam; 26 roj binçavkirina bereday û nezanîna tewav a çarenivîsa ciwanê Kurd ê 16 salî Areş Ezîzî

00:39 - 9 Şibat 2026

26 roj bi ser binçavkirina bereday ya “Areş Ezîzî” ciwanê Kurd ê temen16 salî yê xelkê gundê “Bojan” a ser bi bajarê Sîrwan a parêzgeha Îlamê re derbas dibe, ku heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nînin û malbata wî li derheq çarenivîsa wî gelek nîgeran in. 
 
Çavkaniyek agehdar dema piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdapa re ragihand; “Areş Ezîzî” roja 24ê Rêbendana 1404an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe, bêyî belgeya dadgehê, bi tundî hat binçavkirin û bo ciheke nediyar hat veguhestin û heya dema belavbûna vê raportê, tu agahî ji rewşa wî li ber dest nînin.
 
 Di heyama binçavkirina bereday de, ev ciwanê Kurd bi temamî ji mafê hebûna parêzer û her wiha ji mafê pêwendî û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.