Tehran; Piştî derbasbûna du hefte li ser binçav kirin û nebûna agahî ji çarenivîsa Omîd Emanî, ciwanê Kurd ê xelkê Kamiyaran ê

00:38 - 9 Şibat 2026

19ê Rêbendana 1404an a Rojî, Du hefte bi ser binçavkirina bereday ya “Omîd Emanî” welatiyê Kurd ê temen 30 salî û xelkê Kamiyaranê û rûniştiyê Tehranê re derbas dibe, ku heya niha ti zanyariyek li derheq çarenivîs û ciê ragirtina wî nehatiye zanîn û malbata wî pir ji nebûna agahî li derheq çarenivîsa wî nîgeran in.
 
 Çavkaniyek agehdar dema piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdapa re ragihand; “Omîd Emanî” di destpêka meha Rêbendan a sala 1404’an de, demjimê 02:00’an de, zêdetir ji 12 hêzên ewlehiyê, bêyî belgeya dadwerî û bi awayeke bereday, bi ser mala wî de girtin û ev ji bo ciheke nediyar veguheztin û ji wê demê heta niha, tu agahî derheq rewşa wî de ne. 
 
Di dema binçavkirina bereday de, ev welatiyê Kurd bi temamî ji mafê hebûna parêzer û herwisa pêwendî û hevdîtina bi malbata xwe re bê par maye.