Şino; 16 rojên binçavkirina bereday û nezanîna çarenivîsa Ehed Mîhenxa

00:37 - 9 Şibat 2026

19ê Rêbendana 1404an a Rojî, tevî ku 16 roj bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê xelkê Şinoyê Ehed Mîhenxa re derbas bûye, lê ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî de nîne.
 
 Li gor çavkaniyeke agehdar, ev ciwanê Kurd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
 
 Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han roja 4ê Rêbendana sala 1404an a Rojî bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin. 
 
Ehed Mîhenxa kurê Nûredîn ji dayîkbûyê sala 1386`an a Rojî ye.
 Heya ndema beyavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî xortê Kurd de tine.