Sine; Ezîze Muradiyan piştî 70 roj binçavkirinê, bi danîna barimteyê, bi awayeke demkî hat berdan

00:35 - 9 Şibat 2026

Roja Yekşemî19ê Reşemeha 1404`an a Rojî  Welatiya Kurd bi navê “Ezîze Muradiyan” a temen 50 salî, xelkê gundê “Tengîser” a ser bi bajarê Merîwanê û rûniştiya bajarê Merîwanê, piştî 70 rojan ji binçavkirinê bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta bidawîhatina dozê, ji girtîgeha îtlaata Sine hat azadkirin. 
 
Roja Duşemî 1’ê Rêbendana 1404’an a Rojî, ev welatiya Kurd bi armanca nerazîbûna xwe li hember berdewamiya binçavkirina bereday û nebûna çareseriya pizîşkî li navenda çaksaziya Sine dest bi gireva birçîbûnê kiribû. 
 
Her wiha telefona destan û hin kelûpelên şexsî yên xanim Muradiyan jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi ser de hatine girtin. 
 
Ev welatiya Kurd xwediyê du zarokan e. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî xatûn Muradiyan tine.