Girtîgeha Quçanê; Mecîd Oxazî piştî 47 rojan binçavkirina bereday serbest hate berdan/ Ew endezyarek elektrîkê, werzişvan û qehreman e
8ê Reşemeha 1404an a Rojî; "Mecîd Oxazî", welatiyekî Kurd ê xelkê Quçana ser bi parêzgeha Xorasan Rezewî, ku piştî temamkirina lêpirsînê li îdarya îtlaata ewlehiyê veguheztiye bo girtîgeha Quçanê, piştî 47 rojan binçavkirinê, nezelalbûnê bi awayek demkî hate berdan.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji "Kurdpa" re piştrast kir û got: "Mecîd Oxazî", ciwanekî Kurd ê Kurmanc yê xelkê "Quçanê", di 10ê Befranbara 1404an a Rojî de bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatibû veguhastin. Piştî lêpirsînê, ew hate veguhastin bo girtîgeha Quçanê û piştî 47 rojan binçavkirinê , di 8ê Reşemeha 1404an a Rojî de bi awayek demkî hate berdan.
Li gorî vê raporê, di 47 rojên binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bêpar mabû. Her wiha piştî veguhestina wî bo Girtîgeha Quçanê mafê serdana malbata wî û têkiliya bi wî re hatibû dayîn.
"Mecîd Oxazî" endezyarê elektrîkê ye û wekî sazkerê kamerayan û nûner dixebite. Ew her wiha werzişvan û gureşvan e û keçek wî heye ku di dema binçavkirina wî de bi tenê mabû û li benda vegera bavê xwe bû.