Bocinûrd; Zêdetirî 20 rojan binçavkirin û nebûna agahiyan li derheq çarenivîsa Elias Rehimzade û nigeraniya zêde ya malbatê li derheq çarenivîsa wî
05:48 - 2 Şibat 2026
12ê Rêbendana 1404an a Rojî, Eliyas Rehimzade, ciwanekî Kurd ê Kurmanc xelkê bajarê Bocinûrdê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ve bêyî blgeya dadgehê ev zêdetirî 20 rojan hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin, û tu agahiyên fermî li derheq rewş û çarenivîsa wî tune ne.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Eliyas Rehimzade di 13ê Befranbara 1404`an a Rojî de hatiye binçavkirin û ji wê demê ve bi temamî di rewşek bêserûber de ye. Ew ji mafê hebûna parêzer, telefonkirin û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar e, û malbata wî ji jiyan û rewşa wî pir nîgeran in.