Mehabad; Binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Hisên û Sîna Nîksiraşt, bav û kur

20:39 - 18 Kanûna Paşîn 2026

19ê Befranbara 1404’an a Rojî; du welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê bi navên "Hisên Nîksirşt" û "Sîna Nîksirşt", ku wek bav û kur malbatên hev in, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayeke bêserûber hatin binçavkirin û ji bo ciheke nediyar hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, roja Şemiyê, 19ê Befranbara 1404’an a Rojî, "Hisên Nîksirşt" û "Sîna Nîksirşt", xelkê gundê "Tarşakan" a ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya îtlaatê ve bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û ji bo ciheke nediyar hatin veguhastin; û hîn jî derheq çarenivîs û cihê ragirtina wan de tu agahî tune.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebebên  binçavkirina van her du welatiyan tune ye û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.