Avdanan; Wêneyê Elîreza Seydî, ciwanekî 16 salî xelkê Avdananê ku li Tehranê hatiye kuştin
09:37 - 11 Kanûna Paşîn 2026
19 Berfranbara 1404’an a Rojî "Elîreza Seydî", ciwanekî 16 salî xelkê Avdanana ser bi parêzgeha Îlamê, yek ji kuştiyên li Tehranê ye, û nasnameya wî ji Kurdpa re hatiye piştrast kirin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye; ev ciwanê 16 salî di dema xwepêşandanên gelemperiyê yên li Tehranê de êvara roja Pêncşemî, 18’ê Befranbara 1404,’an a Rojî dema ku ji aliyê hêzên leşkerî yên zordar ve hate armanc kirin, jiyana xwe ji dest da.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir; roja Înê 19’ê 1404’an a Rojî,merasîmek cenazeyê ji bo vî ciwanê 16 salî li Avdananê tê lidarxistin, û heke cenaze radestî malbatê were kirin, dê cenazeyê wî were lidarxistin.
"Elîreza Seydî" kurê Fethula û neviyê eşîra mezin a "Nasir Alî" ye ku li Tehranê xebitî.