Îlam; Rehîm Sadeqî li Sarabile û Elî Mihemed Hayatî li Dehloranê hatin binçavkirin
13ê Befranbara 1404’an a Rojî, Bi berdewamiya pêla binçavkirinên bereday yên welatiyên Kurd li parêzgeha Îlamê bi armanca sepandina atmosferek tepeser û ewlehiyê li ser civakê piştî xwepêşandanên gel ên ku di sala 1404an a Rojî de dest pê kirin, du welatiyên din ên Kurd xelkê Sarabile û Dehloranê bi navê "Rehîm Sadeqî" û "Elî Mihemed Hayatî" bi awayeke bereday hatin bin.
Çavkaniyek agahdar van binçavkirinan piştrast kir û ji Kurdpa re got; "Rehîm Sadiqî", welatiyekî Kurd xelkê Sarabile di êvara roja Înê 12ê Befranbara 1404an a Rojî de, û "Elî Mihemed Hayatî", welatiyekî Kurd ê 33 salî xelkê Dehloranê di roja Çarşemî 10ê Befranbara 1404an a Rojî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Kurdpa berê raporek taybet weşandibû ku tê de diyar kiribû ku di 11 û 12ê Befranbara 1401’an a Rojî de 37 welatiyên Kurd li bajarên Derê şrhra, Avdanan û Dehloran hatibûn binçavkirin.
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, di derheq sebeba binçavkirin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedaye.
Divê bê zanîn ku li Komara Îslamî ya Îranê, binçavkiriyên siyasî bi awayeke sîstematîk ji mafê hebûna parêzer, mafê serdana malbatên xwe û heta mafê têkiliyê bi wan re di dema binçavkirina bereday de têne bêpar kirin. Di rewşên sînorkirî de, di bin givaş û şopandina domdar a malbatên wan de, tenê çend saniyeyan têkilî tê destûr kirin. Li Kurdistanê, destûr nayê dayîn ku binçavkiriyên bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û tenê destûr tê dayîn ku çend peyvan bi Farisî ji hêzên ewlehiyê re bibêjin ku ew "di girtîgehê de ne û baş in".