Îlam; Binçavkirinên girseyî û tundûtîjî li dijî welatiyên Kurd berdewam dikin; 6 kesên din hatin binçavkirin

22:03 - 30 Kanûna Paşîn 2026

10ê Rêbendana 1404'an a Rojî; Ji 19ë Befranbarë heta 9ê Rêbendana 1404'an a Rojî, herî kêm 6 welatiyên Kurd ji bajar û gundên cuda yên parêzgeha Îlamë, bi navên "Ehmed Elizade, Hêja Omîdî, Seîd Kerîmbêygî, Sina Xezenferi, Ebdullah Sarbêygî, Muhsin Rûsta", ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ve bêyî belgeya dadweri bi tundûtîjî hatine binçavkirin. Ev welatî li cihên nepení têne ragirtin û piştî heyamek ji çend rojan heta zêdetiri 21 rojan, tu agahdariya fermî li ser rewşa wan, cihê wan, an jî tohmetên li dijî wan ên li derheq dadweriyê tune.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, binçavkirin pir caran serdegirtin li ser mal an ji cihên kar, kiryarên tundûtîjî ü lêdan pêk anîne. Di heman demê de, "Ehmed Elizade" çalakvanek sivîl ü kesayetiyek navdar xelkê Avdanané ye, ü "Ebdullah Sarbêygî" ji li Tehranê hatiye binçavkirin.

Agahiyên kesên hatine binçavkirin wiha ne;

Ehmed Elîzade, xelkê Avdananě, mamoste ü girtiyë siyasî yê berê ku di serhildana Jin, Jiyan, Azadi de hatibū binçavkirin û cezayê dûrxistinê lê hatibû birîn.

Hêja Omidi, temen 36 salî xelkê Melikşahî; Hatiye binçavkirin: 6ë Rëbendana 1404'an a Rojî bi serdegirtina tund a li ser mala wî de û heta niha nediyare.

Seîd Kerîmbêygî, xelke "Bedre": Di 3ê Rêbendana 1404'an a Rojî bi serdegirtina tund a li ser mala wî de hatiye binçavkirin.

Sina Xezenferî xelkė "Sirvan": Di 2ê Rêbendana 1404'an a Roji bi serdegirtina tund a li ser cihê kar, navbirî binçavkirine.

Ebdullah Sarbeygi, xelkê "Sîrvan"; Hatiye lilê Rêbendana 1404'an a Roji li Tehranê, hatiye binçavkirin.

Muhsin Rûsta, xelkê gundê "Sarab-Kalan" a ser bi parêzgeha Sirvan; di 1 Rebendana 1404'an a Roji hatiye bincavkirin.

Wêneyên ji rastë ber bi çepê;

Ebdula Sarbēygi, Hēja Omidi, Sina Xezenferi, Muhsin Rüsta, Seîd Kerîmbēygi, Ehmed Elizade