Kirmaşan; Bêhrûz Nerîmanîmêhr, ciwanekî Kurd ê temen 33 salî, nasnameya qurbaniyek din yê18ê Befranbarê li taxa "Dere-Dirêj" e

06:35 - 26 Kanûna Paşîn 2026

4ê Rêbendana 1404an a Rojî; "Bêhrûz Nerîmanîmêhr", welatiyekî Kurd ê temen 33 salî xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê taxa "Dere-Dirêj", nasnameya qurbaniyek din yê xwepêşandanên gelêrî yên êvara roja Pêncşemî 8ê Befranbara 1404an a Rojî li vê taxê ye, ku bû armanca teqeya rasterast ên hêzên tepeserkirinê yên Komara Îslamî û jiyana xwe ji dest da.
 
Çavkaniya agahdar ev nûçe piştrast kir û ji Kurdpa re got; termê "Bêhrûz Nerîmanîmêhr" piştî şopandina berfireh ji aliyê malbatê ve roja Şemiyê, 20ê Befranbara 1404an a Rojî, hat wergirtin û roja Yekşemî, 21ê Befranbara 1404an a Rojî, li goristana gundê "Êncîrban Avare- jor" a ser bi parêzgeha Serpêl Zehawê hat veşartin.
 
Bêhrûz Nerîmanîmêhr zewicî bû û bavê du keçan bû.