Îlam; Armîn Dadfer, ciwanekî Kurd ê 21 salî, nasnameya qurbaniyekî din ê xwepêşandanên 18ê Befranbara 1404an a Rojî li Îlamê
2ê Rêbendana 1404an a Rojî; "Armîn Dadfer", ciwanekî Kurd ê temen 21 salî xelkê bajarê "Bedre" a ser bi parêzgeha Îlamê, nasnameya qurbaniyekî din ê xwepêşandanên gelêrî yên 18ê Befranbara 1404an a Rojî li Îlamê ye, ku bi guleyên şer yên hêzên tepeserkirinê yên Komara Îslamî hate kuştin.
Çavkaniyekî agahdar ev nûçe piştrast kir û ji Kurdpa re got; "Armîn Dadfer", ciwanekî Kurd ê temen 21 salî yê xelkê bajarê "Bedre" ya ser bi parêzgeha Îlamê, di xwepêşandanên gelêrî yên roja Pêncşemî êvara 20ê Befranbara 1404`an a Rojî de, bo armanca guleyên şer yên hêzên tepeserkirinê yên Komara Îslamî û jiyana xwe ji dest da.
Armîn Dadfer, kurê "Muxtar", xelkê gundê "Serteng" a ser bi bajarê "Bedre" a ser bi parêzgeha Îlamê bû.
Heta niha ji bo Kurdpayê ne diyar e ka gelo ji malbatê re pere hatiye dayîn an jî neçar mane ku sozek nivîskî îmze bikin da ku terimê kurê wan bê radest kirin; her wiha ne diyar e ka terim hatiye veşartin an na.