Sine; Binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Fuad Ênayetî, çalakvanekî sivîl û girtiyê siyasî yê berê
19ê Befranbara 1404’an a Rojî, du roj piştî binçavkirina bêserûber a "Fuad Ênayetî", çalakvanekî sivîl û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Sine, tu agahî li derheq çarenivîs an cihê ragirtina wî tune.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, roja Pêncşemî 15ê Befranbara 1404’an a Rojî "Fuad Ênayetî" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtina mala wî de bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin; û hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs an cihê ragirtina wî tune.
Divê bê zanîn ku Fuad Ênayetî, xwedî derbasiya binçavkirin û cazakirina gelek caran e û di dema serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de jî hatiye binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina wî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.