Bedre; Binçavkirina bereday a Muhsin Heyderbêygî û veguhestina bo cihekî nediyar

23:53 - 3 Kanûna Paşîn 2026

13ê Befranbara 1404’an a Rojî, Şeva borî, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê "Bedre" ya ser bi bajarê Îlamê bi navê "Muhsen Heyderbêygî" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhestin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyekî agahdar ji Kurdpa re ragihandiye; Êvara roja Înê, 12ê Befranbara 1404’an a Rojî, "Muhsin Heyderbêygî", welatiyekî Kurd xelkê bajarê "Bedre" ya ser bi bajarê Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirinû veguhestin cihekî nediyar.

Ev welatiyê Kurd di berdewamiya pêla binçavkirinên bereday de hate binçavkirin ku armanc ew bû ku piştî xwepêşandanên gel ên ku di sala 1404an de dest pê kirin, li ser civakê rewşeke tepeserkirin û ewlehiyê ferz bikin.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina wî an jî çarenivîsa wî tune ye.