Seqiz; Berdewamiya binçavkirin û bêçarenivîsiya Çalakvanê Jîngehê Mihemed Elî Veysî
2ê Befranbara1404an a Rojî, Mihemed Elî Veysî, çalakvanekî jîngehê yê xelkê Seqizê, tevî derbasbûna 45 rojan li ser binçavkirina wî, hîn jî li navendeke ewlehiyê ya li Sine di girtîgehê de ye.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, heya niha ev çalakvanê jîngehê mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re hatiye qedexekirin.
Roja Yekşemî, 18ê Xezelwera, 1404an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî, Veysî li cihê karê wî binçav kirin.
Mihemed Elî Veysî, jîngehparêzekî xelkê bajarê Seqizê, heya niha nêzîkî 500 haletên birîndaran derman kiriye û ew vegerandine nav xwezayê.
Heta niha, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî çalakvanê Kurd hatine vekirin de tu agahîyên rast tune ne.