Merîwan; Şêrko Kanî Sananî, çalakvanê jîngehê û wênekêşê Komeleya Çiya Kesk, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin
07:17 - 24 Kanûna pêşîn 2025
Roja Sêşemî, 2ê Befranbara 1404`an a Rojî, Şêrko Kanî Sananî, çalakvanê jîngehê û wênekêşê Komeleya Çiya Kesk a Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, ev wênekêşê Kurd piştî vegera xwe ji merasîma "Zagrosane" li gundê "Nêy" ya ser bi bajarê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî bekgeya dadwerî hate binçavkirin.
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî çalakvanê jîngehê hatine kirin tune ye.