Merîwan; Mihemed Nîkpey û Mihemed Aştak ji bo ku cezayê xwe yê têkildarî Newrozê ya Kurdistanê bikşînin, bo girtîgehê hatin veguhestin
Roja, Şemî, 6ê Befranbara 1404an a Rojî, du welatiyên Kurd ên xelkê gundê "Nêy" ya ser bi bajarê Merîwanê, bi navên Mihemed Nîkpey û Mihemed Aştak, ji bo ku cezayê xwe yê girtîgehê bikşînin, bo girtîgeha Merîwanê hatin veguhestin. Ev her du welatî berê di derheq lidarxistin û beşdarbûna merasîmên Newrozê yên sala 1404an a Rojî de hatibûn binçavkirin û her yek ji wan du meh û 15 roj cezayê girtîgehê wergirtibûn.
Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, Mihemed Nîkpey û Mihemed Aştak di demsala Havîna 1404an a Rojî de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Merîwanê ve, bi serokatiya Dadwer "Rohî", bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" bi rêya beşdarbûna merasîmên Newrozê hatin darizandin. Li gorî biryarê, her yek ji van her du welatiyan du meh û 15 roj cezayê girtîgehê û her wiha cezayê sê mehan ê taloqkirî wergirtibûn. Vê çavkaniya agahdar tekez kir ku ev ceza ji ber zexta yek ji kadroyên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê li ser wan hatiye birîn, û di dawiyê de, her du welatî hatine binçavkirin û ji bo bicihanîna cezayê ji bo Girtîgeha Merîwanê hatine veguhastin.
Berê, roja Înê 1ê Xakelêweya, 14:04an a Rojî, Mihemed Nîkpey û Mihemed Aştak piştî ku ji bo Îdareya Îtlaata Merîwanê hatine gazîkirin, hatine binmavkirin. Piştî demekê, ev her du welatiyên Kurd piştî dayîna barimteyê bi demkî hatine berdan, lê di dawiyê de, dema ku ceza dawî bûye, ji bo bicihanîna wê ji bo girtîgehê hatine veguhastin.